Ferzan Şêr

14/12/2012 14:03

Keçinî li gor adetên rojhilatiyan hê jî wekî “bikaranîna malekê” tê watedayîn. Ev yek her çiqas bi malkirina jinê ve girêdayî bibe jî, bi ya min bi desthilatiyê ve bêtir girêdayî ye. Desthilatiya mêrî  di zaravên kapîtalîzmê de qeweta “standina tiştan” e. Mirov bikaribe çiqas tiştan bistîne ewqas bi qewet e. Ew qewet jî tu carî naxwaze tiştê ku bi destên xelkên dîtir bên standin an bi kar anîn ew bistîne an bi kar bîne. Di bazarê de ev hêza standinê xwe di etîketan de nîşan dide. Etîketa tiştan, perdeya keçiniya qîzan-jinan e. Perdeyek an etîketeke wiha ya mêran tune ye. Mijar hey dûr û dirêj û kûr e. Sebrî Silêvanî vê kûrahiya bêbinî di romana xwe ya sêyemîn a bi navê Meryema: Keçejinek Ji Zemanekî Din de wekî mijara sereke hilbijartiye û tevna xwe li ser vê honandiye.  Meryema wekî serekleheng ji keçiniyê hatiye xistin, tiştekî xwe yê pîroz(!) wenda kiriye. Li pey wê wendakirinê nakeve lêgerînê, hewl û dîtînên xwe di pişt wê kêmasiyê re ji hevaleke xwe ya mê re dibêje. Ev girîng e her ku bi giştî roman bingeha xwe li ser angaşta nîqaşkirina pirsgireka jinan girtibe jî nikare kula xwe bi serdestên xwe re bibêje. Ya dibêje jî jin e, ya guhdar jî.

Meryema romananeke felsefîk e. Ji serî heya binî wekî rêbaza Sokrates pirsan dike. Pirsên wê ne ji bo bersivdana li hember e, ji bo rêlibervekirina mijar û çîroka sereklehengê ye. Ne tenê çîroka wê, di heman demê de çîroka welatê wê ye jî. Bedena Meryamayê Kurdistanek e. Hemû kirinên nêrane yên serdestan li ser zemîna bedena wê pêkhatine. Tevn bi xwe jî li gor vê alegoriyê hatiye sazûman kirin. Mînak “havîn” germ e, welat e; “zivistan” sar e, xeribî ye(15). Ew nîşanên hanê di nav tevnê de domdar in: “Ev welat jî ji keçîniyê hatiye xistin, belê hê jî em şanaziyê pê dibin ku welatê me ye. Ma tu ferq di navbera welat û keçê[ne jin] de heye?” (51). Têkiliyên felsefê ne tenê bi van e. Mînak “Gelek caran, gelek kes dibêjin ku mirina Xwedê ji wan kêm e, lê ez wiha nabêjim, ji ber ku ne mirina Xwedê, belê ew bi xwe ji min kêm e.” (54) di hundirê xwe de li hemberî Nietzsche parastina Hellacê Mensûr dike.

Di xwendina yekemîn a Meryemayê de di gel taybetmendiyên xwe yên li jor bala min bêtirî çû ser motîfên Mesihî. Navê sereklehengê me ku ji keçiniyê hatiye xistin Meryema ye. Me got Meryema ji keçiniyê hatiye xistin; nexwe berovajiya wê “bi keçiniya xwe mayîn e”. Yanî Dayika Meryemê ye. Wek tê zanîn li gor baweriya Mesihiyan Dayika Meryemê tim keç bûye. Sedema vê yekê jî ji vê baweriya ku Îsa kurê Xwedê ye tê. Bav, Kur û Giyana Pîroz. Dema em li kiryara keçinîxistina Meryamayê binêrin kesekî mîna bav dertê holê. Piştî mirina bavê wê ev bûyer tê serê wê. Di romanê de gelek caran behsa bavî wekî metafor derbas dibe. Bavê xwe û Xweda yek dibîne (57), qala gumleka bavê xwe (57) û Odepiusî (53) dike. Ev tevde nîşaneyên heman pîroziyan in.

Roman bi “Yekê Tîrmehê” re dest pê dike. Yekê tîrmehê wekî roj “Cejna zayîna”(9) Meryemyê ye. Meryema di heman demê de vebêjer e û rojbûna xwe wekî cejna zayînê bi nav dike. Di vir de ji bo yekê tîrmehê du sê tiştên cuda dikarin bê nivîsîn. Yek ji van ku em ji nav romanê pê dihesin ku li başûr di nasnava gelek kesan de yekê tîrmehê tê nivîsandin. Wek li bakûr jî di yên gelek kurdan de “01.01” wek diyardeyek nivîsandiye û vebêjer dixwaze vê rewşê bi bîra xwîneran bixe. A din jî çawa ku salnameya Gregoryen (Miladî) roja zayîna Îsayî wekî destpêka vê salnameyê qebûl dikin ew jî ya xwe wiha dihesibîne. Û pê ve jî dema em li yekê tîrmehê binêrin 182yemîn  roja salê ye, jê pê ve 183 roj dimînin, yanî tê nîvê salê. Hêmaya dawî jî berovajiya karaktera Mihemedê Meyrê, Mihemedê Mêhdî ye. Çawa ku Mihemedê Meyrê ew kêm hişt, tiştekî wê jê bir; Mihemedê Mêhdî jî ew temamker û xelasker e. Belê nikaribe van her du tiştan-xelaskirin û temamkirin- pêk bîne jî, dîsa ji hêla teşeyê vê erka xwe pêk tîne. “Min hest dikir ku ez ew jin im ‘Cîhan’ û ew jî Mihemedê Mêhdî yê rasteqîne ye ji bo min hatiye.” (111) dibêje û bi vê gotinê re Îsayê Mesîh û vegerîna wê ya bo roja qiyametê bibîr dixe. Roman bi xwe qiyemeta keçekê ye û ew kesê ku wê ji wê qiyametê xelas bike hemîn yekê mîna Îsayê Mesîh e.

Taybetmendiya romanê bi van kurtegotinan naqede. Sebrî Silêvanî mijareke ku encax di sohbetên takekesî de di guhê hev de bi pistepistî tê gotin li gor rêgezên şêwazên romana nûjen xistiye cîhana wêjeya kurdî ya cîhanî. Bi vê hêla xwe ve jî tehmeke dîtir dide xwîneran.

*Ev nîvîs 16.11.2012 di pêveka Tarafkitapê de derçûye. Ferzan Şêr

Sabri Silevani
Iraq- Kurdistan - Duhok
009647504177409
Facebook: Sabri Silevani