Derbarê Sebrî Silêvanî

09/03/2011 14:37

"Ti kesê pirsyarê ji min bike, ezê bibêjim: ez ji welatê xurbetê û sînoran im."

 

Deqê hevpeyvîna hevala nivîskar Evîn Bercem bi Sebrî Silêvanî re.

Jêder: www.netewe.com

 

Kîye Sebrî Silêvanî?
Ev pirsyar ne hêsan e. Li bal min ev pirsyara herî zehmet e. Nivîskar berî her tiştek din, mirov e. Mirov jî di lêgeryanê de ye, berdewam hewl dide xwe nas bike, evcar nivîskarî bi xwe, dikarim bibêjim, ku lêgeryan û hewldana xwenaskirinê, xwegotinê, xwedîtin û xwepêşkêşkirinê ye. Ez nikarim wek hebûn û avahî xwe bidim naskirin ji ber ku ez jî eynî pirsyarê ji xwe dikim, lê dikarim bibêjim ku Sebrî Silêvanî ji birîna ax û ava netewek jibîrkirî tê û parzînkê wî pir e ji pirsyar û gumanên qedera mirovbûnê. Tu bawer dikî, ez jî nizanim ka bi esehî kengî hatime vê jiyanê? Ez hatime, ji mêj de ez hatime, lê kengî û çima û ji bo çî? Ez nizanim û guman dikim ku kesek din hebe û bizanibe. Ew nezanîn jî, nabêjim baş e, lê gelek xweş e. Gelo ma ferqek heye, ku kengî ez hatime, li kur dijîm, kîjan kar î dikim û… htd ji van pirsyarên bêtûte?
Hindek dibêjin Sebrî Silêvanî li Tîrmeha 1972 an hatiye vê jiyanê da ku bijî û bes. Hindek jî dibêjin li Çirya yekê 1971 an hatiye vê jiyanê belê nizanin ka ji bo çî ew hatiye. Lewra dibêjim, ne girîng e ka kengî ez hatim vê jiyanê, an vê mirinê, çunkî ne girîng e jî kengî biçim. Bi rastî ez nizanim. M. Haydîger dibêje: mirov tê vê jiyanê da ku bimre. Sîmon dî bifwa, dibêje mirov tê vê jiyanê da ku bijî. Xuya ye ku herdu rast dibêjin ji ber ku ez di jiyanek a rojane de dimirim û di mirinek a rojane de dijîm. Li sala 1993 an dîsan ez bûme penaber, belê vê carê li welatên biyanî, beriya wê li welatê xwe (Başûrê Birînê). Di heyama xeribiyê de min gelek xwand, ez mujûlê felsefe û edebiyata cîhanê bûbûm heya ku ezmûna min li gel romanê dest pê kir. Li xerîbiyê nivîsîn bo min bûbû welat, belê li welatî nivîsîn bo min dibe xerîbî. Ez, welat, dem û yarên xwe ji hev veqetiyabûn, belê edebiyatê em gehandin hev.

Te kengî dest bi nivîsandina xwe kiriye?
Dema min hest kir, ku gerek e ez derbirîner ê derd û terajîdiya heyî bim, berpirsyarê exlaqî ê serdemê xwe bim, avakerê peyamek a epistmî û berhemdar bim. Di temenek zû de min hewlda wê yekê bizanim, ango li sala 1987 an de, niha jî temenê min 37 sal e heger ku nasname rast dibêje. Li destpêkê min dinivîsî, nivîsa min tenê xwegotin bû, ezmûnek a zatî bû, ji memleketa xwe a biçûk a wî çaxî derbaz dibûm jiyan û cîhanê, belê min nivîsarên xwe li tu cihan belave nedikir, min bêhtir girîngî bi xwandinê dida. Ew bû ku Li sala 1992 an min yekemîn têkista xwe belav kir û heya niha berdewam dixwînim û dinivîsim.

Tesîra kîjan nivîskarê Kurd li ser nivîsên te heye?


Min jî wek gelek dost û biraderên ezîz bi zimanê serdestan xwandibû. Dibistan, pirtûkxane û rojnamegerî tev bi zimanê wan bû. Lewra jî nivîs bi eynî zimanî bû. Ji sala 1992 an û heya niha jî hêj bi wan zimanan dixwînim, belê yedî bi wan zimanan na nivîsim. Lewra, heger ku bandorek hebe jî, wê ne bandora nivîskarên kurd be ji ber ku berhemê wan, zû bi zû, nedigeha destên me. Min Cizîrî û Xanî xwandibûn, lê ne wek ziman û felsefe, belê tenê wek hindek têkistên ku ji aliyê serdestan ve, bi rênivîs û geramerak a bêserûber dihatin amadekirin. Tenê dem û terajîdiya kurdî hindek tesîrê li min dikin û bandora wan di keda min de xuya dibe.

Tu mijara xwe ji ku – çi tînî?
Nivîskarî ne tenê nivîsîna pirtûkan e. nivîskarî bêhtir huner e, sitatîk e, afirandin e weku xayet, fanksyon e wek mahiyet. Loncînos dibêje: nivîskarî dikare nivîskaran bilind bike heya radê xwedawendiyê, nivîskarê mezin bi serê xwe xwedawendek e. Sarter jî dibêje: nivîskar ne nivîskar e çunkî derbarê iştan dinivîse, belê nivîskar e çunkî bi rêk û awayên taybet derbarê tiştan dinivîse. Profesorekê yasazanê ereb li Duhokê got: em ên yasazan hejan e ku cîhan tev bejna xwe ji bo me bitewîne, belê tenê kesên nivîskar ( wêjevan) hêjan e ku em bejna xwe di ber wan de bitewînin. Gotina wî profesorî hêja ye û cihê rawestanê ye, gelo çi gerek e heya ku mirov bigehe wî astê bilind ê dahênanê?
Bi hizra min cidiyeta nivîskar û awayên serederiya wî bi pirs û pirsgirêkan re, şêweyê derbirîn û analîza wî bo her pirseka hebe, nivîskar nabe pirs û bûyeran wergerîne, an tenê vebibêje, lê belê hewl bide derbirînê bike û beşdarî avakirina hizra kesên xwandevan bibe. Mirov û jiyan û pirsên hilawîstê bûne bingeh bo mijarên min. Her mirovek, jiyanek e, mirinek e, xewnek e, pirsyarek e, wendabûn û dîtinek e, avakirin û xerabkirinek e, derd û terajîdiyek e, dergehek e ji bo destpêkên bê dawî. Ez gelek li ser pirsên sade radiwestim ji ber ku ew pirsên sade zû têne jibîrakirin, lê eynî pirsan dikarin tiştên mezin pêşkêşî me bikin. Hindek mirov, hindek dem, hindek cih, hindek pirs û hindek birîn têne jibîrakirin, eha ez hewl didim li nava wan sînoran bigerim bi hêviya ku fêhm bikim, evcar binivîsim û wê nivîsê pêşkêşî xwandevanê xwe bikim.

Tu piştî çend salên li derveyî welat, şunde vegeryaye welatê xwe. Çi bû sedema vê vegerê?
Hindek caran hindek kes li cihên xelet ji dayik dibin û dijîn, belê hindek caran jî hindek kes li demên xelet ji dayik dibin û dijîn. Ez ne ji xweşiyên welat vegeryame welat. Belê ji nexweşiyên derveyî welat vegeryame welat. Min digot qey ez mirov im û her dera mirov lê hebe, ew dikare bibe welat bo min. wek hizr mafê min hebû wisan bihizrînim, belê wek dorhêl, cuda bû. Kesên weka me, an di xerîbiyê de dijîn, an jî di jiyanê de xerîb in. Min herdu cêribandin hevala Evîn. Di navbera jiyan û xurbetê de hezkirin û mirin herdu heye, ez ji xwe re dibêjim: bila hezkirin rêk be û mirin jî dergeh be. Carna mirov dikare hevsarê qedera xwe bigire, bernede. Qederek a bêtût e ye, hindek caran henekên xwe bi çarenivîsa me, birîna me, xewn û pirsyarên me belengazan dike. Piştî hindek 21 salên ku min li welat qedandinbûn, piştî 13 sal û nîv ên xerîbiyê li welatên Awropa û piştî 3 salên din jî – dîsan li welatê xwe – ji nû min fêhm kir ku ez xerîb im… xerîb. Em xerîb hatin, emê xerîb jî xatra xwe bixwazin, em çi bikin jî emê xerîb bimînin ji ber ku xerîbî û sînor di firşkê me de ne.
Li xerîbiyê, ez bi mirovên azad re jiyam. Belê sînoran nedihiştin ez fêrî azadiyê bibim. Laşê min azad bû, belê ruhê min li hindavî sînorên welatekê parçe kirî digeriya. Evîna hêja, xuya ye ku ez exsîrê ruhê xwe me û ruhê min jî êxsîrê sînoran e. Piştî van salan, tu kesê pirsyarê ji min bike, ezê bibêjim: ez ji welatê xurbetê û sînoran im.

Rewşa nivîskarî û nivîskaran li Kurdistana azad çawaye? Çi ne kêmasiyên we?


Dibe ku rewş ji cih bo cihî, ji dem bo demî, ji kes bo kes din cuda be. Belê hemû jî xwegirtiyên jiyan û mirinekê ne, hemû jî xwe amade dikin, çi ji bo xweşiyek nêzîk an ji bo janek nêzîk. Nivîskarê kurd jî wek her nivîskarek din e li vê cîhanê, bi xwe û demê xwe dihese, belê mixabin weka her nivîskarek din li vê cîhanê hizr nake, na nivîse, derbirînê nake, pirsyarên xwe pêşkêş nake, berpirsyariya xwe nagire. Nivîskarê kurd, ne tenê li Başûr, belê seranser cîhanê, ji fanksyona xwe dûr bûye lewra jî nikare rolê xwe ê bingehîn pêk bîne. Ew dûrbûn ne meselek a qudretî ye, nexêr. Belê reyaksyon e bo reftar û helwestên nivîskaran, reyaksyon e bo astê afirandinê, reyaksyon e bo mêtodên serederiyê bi pirs û pirsgirêkan re, wê dûrbûnê nivîskarî kiriye pirseka herî sad e li cih û demekê ne sad e. Nivîskarê kurd bi giştî bê pêwendî maye, ew pêwendî ne li ser esasê hizrî, felsefî, epstmî û rewşenbîrî bûye, belê li ser esasê kesatî û berjewendan bûye lewra guhertin û kesatî û berjewendan de, kefîle ku pêwendiyê jî biguherîne. Nivîskarî, berî her tiştek din, exlaq û prensîp û berpirsyarî ye, buhayên xwe ên serekî hene, belê mixabin di nava kurdan de, nivîskarî bûye reşkirina kaxezan.

Silêvanî kîjan nivîskarên kurd hemdemî dixwîne?
Ez her tiştî dixwînim, belê her tiştî nanivîsim. Ez li têksta baş digerim, ne li xwediyê wê. Kî be, bila bibe.

( Avamezin – kêlîka ku masiyên xwe tî dihêle) romanek bi tîpên latînî hatiye nivîsîn. Zû bi zû evîn û jiyan li rojhelatê nayê parastin, hêvî û jiyan bi çi diqelibe? Tu dikarî mijara vê romanê hepkî veke?
Ew yekemîn romana min bû li sala 2004 an hatiye çapkirin. Her ku li bîra min tê, kes biryara jiyan û mirina me didin, lê dem bû ez bêjim ku gerek e em biryara xwe bidin, biryara jiyan û mirina xwe, biryara hezkirina xwe. Ew jî qeder a bêtûte ye, ku em di tariyê de hatine vê hbûnê û jî hîngê de em di tariyê de dijîn. Irov bi hezkirinê dikare dijminê xwe jî bişikîne. Hezkirina me ye, heya niha em zîndî hiştine, em ji her tiştî hez dikin, tenê ji hevdû heznakin û pirsgirêk jî ew e.
Li rojhelatê, welatê rojê, hezkirin gunehe, qedexe ye, ji kebayiran tê hejmartin, wan em fêrî hezkirinê nekirbûn, tenê em fêrî kujtin, kerb û kîn û neviyanê kiribûn lê xwazteka me her hezkirin, viyan û aştî bû. Edebiyat hizra mirovan ava dike bi taybetî roman. Em dikarin bi rêka edebiyatê xwe pêşkêşî mirovan bikin, bila êdî dilê tu kesî bi me neşewite ji ber ku dîroka me kevn e, derdê me mezin e, terajîdiya me jî dûr û dirêj e, xewna me zîndî ye, belê hêj em bêtifaq in, mixabin. Edebiyat bi taybetî roman, dikare delîvên nû ji bo avakirina mirovên nû, civakên nû, pirsên nû, bide. Heger ku em û ewên ( serdest) bi hev re wisan bizhirînin, wî çaxî emê bikaribin hevdu qebûl bikin û delîva jiyanek a bedewtir qazanc bikin.

Jiyana te li Hollandayê bi xwandina edebiyata cîhanê derbas bûye, bi taybetî kîjan nivîskar û wêjeya kîjan kategorî tesîr li te kiriye?
Tu rast dibêjî. Min temenê xerîbiyê bi xwandinê derbas kiriye, bi taybet xwandina felsefe û romanê. Felsefe kevnar e, ango vegeryan o serdemên berî niha: Mêzopotamiya, Dola Nîlê, Çîn – Konfişyos- , Hindistan. Min hewlda hindekî jê fêhm bikim, belê wan jî berê min da hindek medresên din ku bêhtir bixwînim. Ez mecbûr bûm hindek medresên din ên felsefî bixwînim bigre ji medresa ayonî, fîtagorsî û eylî heya medresa Firankfortê, ji Talîs, Hîraklîtis û Anaksagoras heya Destoviskî û Sarter. Felsefe (Lojîk, exlaq, ramyarî, mîtafîzîk û jîrbêkî) jiyana mirovan despilîn dike, lewra jî pêwîst e mirov wan bixwîne heya ku hindekê ji xwe û gerdûnê fêhm bike. Hindek tesîra Hîgl û felsefa îdial li ser min heye, herwiha awayê azirandin û pêşkêşkirina pirsan dema ku paradoksan bi xwe ve digire. Her kesê ku felsefe û edebiyat xwandibin, bê guman wê tesîra felsefe û edebiyata Girîk, Alman û Firensa li ser xuya bike.

Tu dikarî hindekê behsa helbestên xwe bikî? Û di vir de çar rêzek ji helbesta xwe a herî zêde tu jê hez dikî bixwînî?


(Ew fêrisê bi cilên reş di mij û morana te de ( ezek) bû. Ji xezo û fetohatan reviyabû. Ruma xwe havêt, xencera ku tu carî ji kalanê dernexistî şikand, newqa mehîn a şînboz a ku tu carî mexel nehatî ramûsand, zîn û marikên wê bo pêjna fêrisek dîl piştî azadbûnê hilgirtin, lixafa wê sist kir, evcar ber bi tavsorkê hajût…) Ev parçek pexşanê bû ji helbesta ( Hindek ji te û hindek ji min ku li sala 2008 an hatiye nivîsîn).

Û hîna tu dibêjî: bê min nemire!
Lê, heger dîsan ez mirim, tika dikim mirariyan li ser peravên xwe neteysîne, stirana Dayê Menal li ber serê min nestirîne, ne nalîne. Wexta ku min dibin goristanê, momên mîhredariyê li hindavî kêla serê min hil neke, sûlavên pora xwe bi ser cesedê min de neherikîne. Ne tofan dikare min şil bike, ne jî dengê sorha melkemotê dikare min ji xewa giran şiyar bike. Tenê li êvarên înê, li wan zarokên ber qentera goristanê belave bike û wê darzeytûna turba min av bide. Silavan li Şêxê Sen'an bike û ji derwêşê semadar re bibêje ku ez bêriya dengê defa wî dikim…
Ez ji welatê Şêxê Sen'an im
Ez ji welatê derwêşê semyan im
Ew Şêx, Şêxê min e
Ew derwêş, derwêşê min e
Û ew welat,
Welatê min e!
Welat: tejî ax e, tejî kirm in, tejî şehîd in û tejî ez im
Ax: tejî welat e, tejî kirm in, tejî şehîd in û tejî ez im
Şehîd: tejî welat e, tejî ax e, tejî kirm in û tejî ez im
Ez: tejî welat im, tejî ax im, tejî şehîd im
Û hemû bi hevre,
Tejî ye ji te!
(Ev jî parçek din bû ji heman helbestê. Helbest gelekî dirêj e, tu dikarî bibêjî ku romane helbeste, bi hêvî me ku tevaya têkstê bo te û xwandevanên rêzdar bişînim).

Rojek Sebrî Silêvanî li Duhokê, Kurdistana azad, çawa derbas dibe?
 

Sûbê zû ji xewê an mirinê şiyar dibim. Qehwea subehan pir xweş e, bê qehwe roja min dest pê nake. Ji bo dewama mamostayetiyê xwe berhev dikim. Qesta dibistanê û hevalên xwe ên zarok dikim. Sê – çar seetên xweş bi wan re derbas dikim, vedigerim mala xwe û car feravînê dixwim, car jî ji bîra dikim. Dest bi xwandinê dikim, romanan û pirtûkên felsefê pir dixwînim heya danê êvarê. Heger delîve peyda bû, yek an du seetan radizim, ji xwe heger peyda nebû wî çaxî qesta Duhokê dikim ji bo karên din. Ez bi xwe li Sêmêl ê akincî me, ji Duhokê nêzîk e. Kar xilas dibe, evcar bi hevalên xwe re mijûl dibim û pirs û pirsgirêkên demê xwe dîskasyon dikin. Heger delîve peyda bibe, seredana dostan dikim û tevlî semînar û hindek karan dibim ji bo ku pêwendiya min bi hezker û xwandevanên min re qut nebe. Em berdewam digehin hev û derbarê felsefê û edebiyatê danûsitandin dikin.

Ji bilî nivîskarî û mamostatiyê, tu di nava weşanê de yî, di kenalek televizyonê de bernamek te heye, tu dikarî ji xwandevanên me re hindekê behs bikî?

Navê bernameyê min ( Hêlîvan) bû. Hêlîvan wateyek taybet hebû, li dema çandina dexl û danî, teyr û tewal diçûna nav de û dixwarin, mecbûr bû kesek zêrevaniyê bike û bi dengê xwe hêl hêlê bike da ku dexl û dan bê parastin. Ji wî kesî an kesê re digotin Hêlîvan. Bername xurû edebiyat bû, li her carê nivîskar an helbestvanek mêvan bû. Mêna bernamê (Dengvedana Peyvê) û (Gava Sêyemîn) bû. Bername heftiyane bû, heya 50 pêncî bername hatine çêkirin û weşandin belê bi dawî hat. Pêngavek a baş bû di barê ragehandin û weşanê de, belê ji ber ku hindek xwaztek ji aliyê sponseran ve hebûn, min rawesand. Niha bername tune ye. Em dikarin behsa tunebûnê bikin, belê em nikarin behsa tiştekî bikin ku tune ye.

 

 

 

Sabri Silevani
Iraq- Kurdistan - Duhok
009647504177409
Facebook: Sabri Silevani