Kovan Sindî

14/12/2012 14:09

Di der bareyê roman a berêz Sebrî Silêvanî de,”Miriyema Kiçejinek ji Zemanekî Dî”,(çapa bi pîtên Farsî, 2007), dixwazim çend hevokan vebêjim. Em dê li destpêkê di nav babet û hevokên romanê yên watedar û erênî de biçin. Li beşê dawiyê em dê bi dîdeyekî rexneyî li naverok, dahênan û dariştina wê binihêrin.        

Sernavê romanê.

Ev roman a han, anku,”Miriyeka Kiçejin” bi peyvînekî dubendî di navbera du dotan de(Miriyema & Narîn) hatîye dariştin. Sernavê romanê hevbendiyekî xurt ya bi naveroka deqî ve heye. Berêz Sebrî bi xwe weke nêçîrvanekî davdoz î şahreza xwe li pişt perdeyê vedişêre, bi nihêrînekî kûr li serdarê şano ya jiyanê li hinekên din temaşe dike, bi taybetî jî regezê mê, li perdeyên naxê Miriyemayê mêze dike, sîngê wê yê mîna golekî pengandî vedike, awazên dilê wê şirove dike, û li egerên arîşeyên wê yên malbatî, ohlî, derûnî, fîzîkî, civakî, aborî, kesayetî, zayendî, regezî, çînayetî, siyasî, wijdanî û cihnîgarî digere. Helbet ew bi xwe anku nivîser aferînere, lê di heman demê de mafî nade xwe ku bipeyve, heta risteyekê jî li gor dîtina xwe li ser reftar, rewişt yan salixdanên karakterên romanê yan jî jîngeha bûyeran nabêje, vajîgon mafekî gelek rewa î xweristî dide Miriyemayê ku li ser êş, derd û kederên xwe biaxive. Anku ev roman ya bi awayekî objektîv, bi rengekî psyko-fîlosofî, psykoanalytîk, symbolîk û tamdayî bi realîzma civakî hatî nivîsîn. Heta salixdanên kesayetiya xwe jî Miriyema bixwe dide, ku dibêje”Ez[...]bejinzirav, esmer, çavkew û gerdengazim, herwek dayika xwe”(L.11).Her rêzek ji vê romanê derdekê, razekê, xemekê, bêdadiyekê, neheqiyekê, qehrekê, çewisandinekê, gemirandinekî derûnî ya nêvnax, hereşeyên zayendî, destdirêjî, û seraşîtekî sincî û komelayetî li dij zayendê mê di civaka Kurd de dide xûyakirin.    

Mijar a romanê.

Ji zêdebarî hejarî, pirsgirêkên civakî, regezî, diyardeyên derûnî yên zarokatiyê, malbatiyê, viyanê, ne-viyanê, perwerdeya xêzanî, hemahengî di nêvbera dayik-bab, dan-standina di nêvbera zarok-dayik-bab de, babetê romanê yê sereke û gelek hevpeywest bi nêvnax û derûnê kesayetiya sereke Mariyemayê ve,”Biyanîbûn e”.  

Têgeha Biyanîbûnê.

Li vir dixwazim piçekê li ser babetê biyanîbûnê, û hokar û kincên ku dibine egera peydabûna vê diyardeyê rawestim. Biyanîbûn”alienation”, li gor Philosophisches Wörterbuch ev peyva han Latîn e ji hevoka ”alienatio” hatiye, ku ji bû biyanîbûnê bi kar dihat, gava kesek xwe di civakekê de biyanî his bike yan demê civakek wî kesî ji xwe pesend neke, ji nav xwe bavêje derê, bi tenê li kuncekî tarî bihêle, yan jî demê însan bi xwe li xwe paşvak”Reflect” bibe û xwe biyanî bibîne. Ev diyardeya han jî helbet ji kêncên neyênî yên jîngeha civakî, erdnîgarî, aborî, siyasî, moralî, ohlî, çînayetî, etnîkî û cêwaziya zayendî diaferin.  Ev diyardeye, anku Biyanîbûn di xwe de helbet nexweşiyekî derûnî ya takekesî ye, lewra jî weha komelgehê vedigire û dibe egera peydabûna azarên derûnî ku ji bû kesekê yan komelgehekê bi giştî dibe êş û derd. Bê guman eger mirovek, anku kesek di civakê de toşî van arîşeyan bibe his dike ku dorûber hemî biyanî ne, bawerî di naxê wî kesî de dimire, û dawiyê dibe egera êşekî hêj girantir weke posîdeyî”Depression” û li dawiyê dibe xwepaşvekişandin ji jîngeha komelgehî û serencam dikane bibe xwekuştin jî.

Mirov dibe biyanî demê karekî narewa yan weke şermezariyekê li dij prensîp, norm, zagon û tîtalên civaka ku têde dike û ji nû hest bi xirabiya xwe bike. Yan jî er karekî nemirovane li dij sirûşt,  giyandar, welat, xweda, ohl û yan jî li dij-mirovayetî û dij-regezê xwe bike.Yan berûvajî, kesek ji bêyî heza xwe bikeve ber darê zorê, xedirê, neheqiyê, zulmê, sitemkariyê û kesayetiya wî/wê bihêt şikandin û bêrûmetkirin û bibe beranê qurban di komelgehê de. Li dawiyê ew arîşe li ser naxê însên dibin barên giran, bi şev bi roj ji bîrê naderkevin, vêra dikeve derdeseriyê û êdî realîteya xwe pesend nake. Ev hevoka han, anku ”Biyanîbûn” dikane bi hinek şêweyên din jî xûya bibe weke bêwateyî ya jiyanê, bêramanî, bêhêzî, biyanîbûna kulturî, xwedûrxistina civakî û peydabûna nehemahengiyê di navbera nifşên komelgehê de.  

Biyanîbûn di gelek biwarên derûnnasî de dihête bi kar birin û bi taybetî jî”Skîzofrênî”. Peyva Alienation, ku peyvekî kevnare di ferhenga derûnnasî ya Fernsî û Englîzî yên klasîk de baş cihê xwe girtibû. Ev dihête wê wateyê ku ev nexweşiya han,”di biyavê derûnî de” dikeve di bazinekî tarî de ku pir sext e bihê ravekirin yan têgehiştin. Jîngeha civakî ji kesê hingaftî re hindî ku diçe biyanî dibe, teng dibe, havî dibe, ji ber wê jî şerenîxên derûnî yên nêvnax pitir dijwar dibin, xudanê xwe digivêşin, dixin di aşopên kûr de ku bi sextî dihên fahmkirin, û weha xudan xwe di cihê xwe de xerîb dibîne û ji komelgehê dihête vederkirin. Di hemî civakan de û bi taybetî jî yên pêşketî yên pîşesazên hevçerix de rêjeya skîzofrênî pitire û bi taybetî di nav çîna hejar a karker ya perixandî de, ji ber hindê jî ew kesên ji vê çîna ketî pitir toşî karesatên derûnî û yaxîbûnê dibin demê di civakê de li rastî arîşeyên xêzanî, malbatî, aborî, civakî û çînayetî dihên.

Hokarekî din jî yê biyanîbûnê heye ew jî karê bi pare ye, ku ji egera hejarî û desttengiyê xudan neçar dibe ku hemî karan bike. Di vî kaûdanî de, xudan û bi taybetî jî jin dikeve rolên pir xirab yên dûr ji nirxên sincî û exlaqî. 

Bi ruwangeyeke fîlosofî, Karl Marks jî giringî, giraniyeke pir watedar dixe ser karê bi pare, ku çawa kesek hêzên xwe yên cesedî-derûnî dike qurban ji bû kamranî yan bexteweriya xwe, yan ya xêzanê, yan çend kesên din, bi wê koşişê anku bi hêza karî jiyana hin kesên din asude û hêsantir dike û li dawiyê dibe ew kes bibe beranê qurban û helbet derencam pir xedar e.

Cih, Dem û çaxên rûdanên romanê.

Roman weke bûyer li kolanên bajarê Duhokê diqewime. Di romanê de gelek dîmenên kêncbar û daxbar dihên pêş. Ji wan dîmenan, mirina dayika Miriyemayê,”Helîma”, kuştina babê wê ”Dêwalî” li sala 1983 li şerê Iran-Iraqê, serbora wê ya pir daxbar û kujek yan bi ”Kabirayî” ra anku bi Mihemedê Meyrê re û çewisandina ji aliyê jinbaba wê ”Mencolê” ve. Rûdanên dramatîk yên kêncbar piştî wefata dayika Miriyemayê û bi taybetî jî di destpêka temenê wê yê balixbûnê ”pubertêt”de anku di sêzdehsaliya wê de diqewimin, lê li yekî tîrmeha sal a 2006´ê, di roja dayikbûna xwe de vedibêje û fariş dike. Li vir temenê wê 36 sal in, 36-2006=1970 ku di wê salê de li Duhokê ji dayik bûye(L.11) û 1970+13=1983 ku di wê salê de ji aliyê Mihemedê Meyrê ”Kabirayî” ve dihête kirêtkirin, ku vedibêje,”Li ser textê Meyrê veciniqîm[...] wî doxîna xwe girt û li derî da”(L.42). Jê avis dibe,” [...]xwîna serê mehê ji min qut bû[...]bi kûrha binê kabirayî”(L.57). Li dawiyê li nexoşxana Azadî berdihavêje(L.138), ku dibêje,”Semiyanê min[...] xwe bi dang a mirinê ve girt”(L.74).

Vetîre di vegotinên romanê de di du demên ji hev cuda de diqewimin, di demên bindestiya reş de û di demê azadiya rewşen de, anku piştî salên 1990´ê. Roman bi dupeyvîn(Dialog) destpêdike heta dawiyê, vegotinekî monolog e û bi şêweyekî pexşanvegotin î fîktîv ya hatî dariştin. Berêz Sebrî karakteran û bi taybetî jî kesa sereke Miriyemayê pir bi gilî û gazind dide axiftin.     

Vetîre û jîngehên di romanê de.  

1.Bûyer.

Vetîreyên mezin bi piranî li demên kevin, anku di salên zarokatî û sinêlebûnê yên Miriyayê de wên hatîn qewimtin, hemû ew bûyerên kevin jêra dibin bar,piştî, derd, kul û keser. Lewra bi awayeke paşnihêrîn”Flashback” li wan vetîreyên xembar yên derkêş vedizivire û vedibêje,”Kabirayî ez bi carekê tinê kujtim û hêdî hêdî fêrî jiyana xwekujtinê kirim”(L.48). Miriyema bi Narînê ra dikeve gotûbêjan û jêra mohrîkan bi dezî ve dike. Li vir em dihên ser bûyerên trajîk yên di  temenê wê yê sinêle de qewimîn. ” [...] ji bû xatira wî kesî û wê hezkirinê hêj ez a saxim û min xwe ne kujtiye”(L.82). Bi van hevokan dihêt dîtin ku heta radeyekî gelek baş ya toşî nexweşiyên derûnî bûyî, ji ber ku dixwaze xwe bikuje, lê dîsan çirîskên ronahiya hêviyan nahêlin ku xwe bikuje û jiyanê lê şirîn dikin û ji xwekujtinê peşîman dibe. Li vir hokarê rêgir ji bû xwekujtinê Hêvî ye. Helbet ew arîşeyên bi serê wê hatîn zemîneyekî mukum ji azarên derûnî yên wê ra diaferîne û bi taybetî jî xemokî û jêra dibin nexweşiyên post-trauma. Mirovê toşî nexoşiyên PTSD bibe bi kûratî nikane hizirê li ser demên nû bike, bîrkirinên nêzîk,”short  term memory”yên wî/wê têkdiçin anku tiştan, bûyeran, navan û rûdanan zû ji bîr dike, welê di heman demê de rûdanên kevin, bîrkirinên dûr,”long term memory” têra xwe xurt in, û rûdan baş dihên bîrê û weke wêneyan li ber çavan dileyizin. Ger em bi ”ruwangeyekî derûnî”mêze bikin, ew vetîre hemû wên di naxê wê yê ne-hoşdar de,( Sigmund Freud, modêla kesayetiyê, psykoanalysê) hatîn tomar kirin, vêca gava însan toşî derdekê dibe dîsan ew nexweşî yan azarên kevin bi diyardeyeke ne-hoşdar derdikevin, bê viayana xudanê xwe dikevin di beşê naxî yê hoşdar de, û weha xudanê xwe azar didin û diêşînin.   

2.Jîngeha civakî.

Bê guman weke ku ji deqê romanê dihête dîtin, jîngeha malbatî û civakî ya Miriyemayê jîngehekî kûtî, genî û xedar e. Demê diaxive û behsê jinbaba xwe û kabirayî dike,”Dixwast babê min herdem dûr bimînit[...]car li bengela serbanê qesra wî ya şerqî û car li dikanka wî[...] piştî ku xebeng dihîna xwarê”(L.36).

Li aliyekê dimîne sêwî, dikeve ber destê jinbabeke pirrû ya ne emîn û sozdar. Ew jinbab anku Mencol weha ji babê wê ra dibêje,”Miriyema[...]ez wek dayika wê me û pêdiviye ew guhdariya min bikit[...]”(L.37). Li vir durûtî, devdostî û dildijiminiya Mencolê dihête diyar kirin. Li aliyê din helbet piştî têkeliya bi Mehemedê Meyrê(L.37), yê keçel,terêf î kirêt ra(vegere- L.45) dikeve telhên kujek yên ku di wê civakê de gelek neyênî û bi şermezarî dihên qelem dan. Helbet sêwîbûn û bêxudaniya wê dibe çeqekî sereke ji bû peydabûna wan seraşîtan yên ku bi serî hatîn,”Mencolê delîve bi kar hîna û ez radestî kabirayî kirim(L.44).    

3.Jîngeha aborî û siyasî.

Ji aliyekê ve babê wê dibe qurbanê arîşeyên kevnar yên siyasî û cenga ji bû mana desthelateke sitemkar û ji aliyê din ve piştî serhildanê xwe di jîngeheke ta radeyekê azad de dibîne, lê ew jîngeh pire ji şerenîxan, şerê birakujî, ne edaleta civakî û gendeliyê. Helbet bi windakirina babê wê ra arîşeyên pir xedar jêra peyda dibin û barê aborî gelek lawaze û dikeve ber minetên hinekan, ku dibêje,”wek xidamekê min xwe li ber derazînga Mencolê diqurisand[...] bû bihayê darçînê”(58).  

Helbet Miriyema gelek hatiye bedbikarbirin, weha hest dike ku bextreşe û heta yê jê hez jî dike li dawiyê derdikeve bê endamê zayendî yê nêr,gava Kurmanc jêra dibêje,”di şerê birakujiyê de guleyekê ji pêsîra min girt û riha mêraniyê qetand”(L.146).  

Rexneya civakî û kulturî di deqî de.

Di piraniya rojên ji dayikbûnên gencên Kurd yên serdema li piştî têkçûna şoreşa Îlonê(1961-1975), ya mezin hatîn tomarkirin 01.07´e anku yekî meha têrmehê ye, ev jî di rastiya xwe de pirsek e. Lewra Mariyema jî di wê rojê de şemalên ji dayikbûna xwe ya nebextewer geş dike, û dixwaze dil û naxê xwe yên dagirtî ji qehir û kulan bi zorê geş bike. Li vir anku li roja dayikbûna wê bi awayeke gengêşbar, bi pirsên fîlosofî, derûnî, zayendî, wijdanî, civakî, aborî, kedxwarî, ne-heqî, ne-wekhevî ya di navbera regezên mê û nêr de bi Narînê ra ya ku piştî panzdeh salan ji derveyî welêt vegeraye dikeve dan û standinê. Lê li vir Mariyema çi cêwaziyê di navbera xwe û Narînê de nabîne. Anku rohn dibe ku Narîn jî di çavên wê de weke wê ye, kesayetiya Narînê bi awayeke derûnî î nêvnax bi hemî jinên derdorê xwe yên di wî komelgehî de hemaheng dike, hemû dibin yek beraşê zulm û çewisandina civakî ya ku ji aliyê regezê nêr ve dihête kirin dibîne, weke dibêje,”Min sedemê xerîbî û havîbûn a te zanî, belê hêj ez sedemê vegeriyana te ji bû welatî nizanim”(L.6).    

Di heman demê de di çavên Mariyemayê de cîhan hemû herrimî ye û bi xwe dihête guherîn. Belê ew dixwaze gîtiya xwe ya biçûk bi parêze gava ku dibêje,”Ez dixwazim tenê cîhana xwe ya biçûk biparêzim da hest bi penaberiyê nekim”(L.7). Li vir baş xûya dike ku çiqas naxê wê hatiye givaştin û herişandin.Naxê wê pelixî ye, bêzar e û hemû tişt di dîdeyan de reş e, ev jî egerên derûnî yên biyanîbûnê û yaxîbûnê ne.  

Herweha bi çavekî sosiyal-kirîtîk li fermanberan mêze dike, gava ji mezaxitinan ditirsin ku dibêje,”Pirsiyara heyvaneyê û lîsteya mezaxitinê zeravê li wan diqetîne”(L.8). Ev riste helbet bi dîtinekî tîj, bi awayeke nerastexo(indirect) li fermanberan dinihêre ku çawa çavên wan li malê dinê ye, weke din xak, gel, hejarên binketî û berjewendiya giştî li paş çêjeya devên waye.

Tirsa ku  bûye hokarê sereke ji bû veqetandina Mariyemayê ji civakê ya di naxê wê de hatiye kolan ku bê perde ye û dota bê perdeya bakîrê di civakên paşketî de, wek (civaka Kurd) gunehekî pir mezin e. Tirs ji mirinê bi gotinên mela û mirovên dîndar. Demê hêşta di zarokatiyê de kesek van gotinan dibihîse  jêra dibin xêw, û reşên bi dehan rûyan û kêncên derûnî yên neyênî li canê biçûkan dike,”Em ji hertiştî tirsandin: ji xwedê, ji roja qiyametê, ji dojehê, ji ziyaretî, û pirsiyarên munker û nekîr[...]”(L.8).

Zayendê nêr bi çavên Mariyemayê pir neyênî ye û dixwaze bêje ku ma we çi kiriye yan ma hûn ji me payebilindtirin? Ku dibêje,”Bê ku pîramîdan ava bikit-dixwaze bibe Fîrewnek û em li ber erşê wî semayê bikin”(L.12). Li vir dihêt wê wateyê ku mêr li ser jinê zal e, di heman demê de bi xwe jî nezan e, helbet bihayê jinê jî nizane, tenha ji bû xerîzeyên xwe yên zayendî bi kar dibe, weke her giyandarekê tenê dixwaze hezên xwe têr bike, û weke din hîç nikane di hestên jinê, yan derûnê wê û cîhana wê bigehe. Mariyema xwe di demeke gelek paşketî de hest dike,”Ez ditirsim bimirim û şemendefirê nebînim. Dûkêla wê di kevalên min de diyar dibe, belê ew bi xwe no”(L.13). Bi awayeke ne rastexo dide diyar kirin ku civaka wê ya (Kurd) çiqas ji demê nû yê nûke dûre, û tirnên pêşketina cîhanê dimeşin, û ya wê tenê dûkêl xûya dike ku xewnan pêve dibîne û di kevalên xwe de nîgar dike.

Dîsan dibêje,”Min bêqam hez ji babê xwe dikir, hezkirina wî ez han dam ku biwêrim hez ji zelamên cîhanê tevan bikim”(L.23). Li vir xûya dibe ku Mariyema ji,”Girêka Odîpus-Oedipus Complex(Psykoanalysê) ji 3-5 saliyê” rizgar nebûye.

Di vî temenî de(3-5 sal), zarok eger mê be gelek bi babê xwe ve dihête girêdan, weke wêneyeke Ideal dide ber çavên xwe, hez ji babê xwe dike, bi evînî lê dinihêre, bi kesayetiya wî kêncbar dibe û berûvajî prosês ji bû zarokê nêr dest pê dike. Vêca gava zarok mezin dibe wê evînê û hezkirinê li hemberî regezê dî di praktîkê de dide bi kar birin, anku ger kiç be dê wê heza di zarokatiyê de bi babê xwe ra kirî dê di temenê xortaniya nûjen de (balixbûnê) ji lawikekê ra bide nîşandan û berûvajî ji bû kuran weha ye.

Mariyema ji zêdebarî wan karesatên ku di salên heştiyan de ji aliyê Mihemedê Meyrê ve hatine kirin ku perdeya wê şikandibû lê dîsan jî hez ji mêran dike, anku li vir di der bareyê mêran de pir Ambîvalêns e, naku nizane çi bike û çi neke. Ji aliyekê ve mêran nifret dike lê di heman demê de jê hez jî dike. Li gor S.Freudî, di Girêka Odîpus de endamê nêr yê kurikan û vagîna kiçan bi hêztrîn kanî û jêderin ji bû dabînkirin, û dagirtina hez û xerîzeyên zayendî.    

Deqê romanê weha dide diyarkirin ku Miriyema ji ber wan aloziyan û girêftariyan ya toşî sexletek neyênî jî bûyî, ku ew jî xiyanete, demê dibêje,” [...]çûnkî li dawiyê mereqên har û agirînî kiçîniya min fêrî xiyanetê kir”(L.57). Li vê derê dihête dîtin ku çawa destpêkek çewt yan bedbext dibe egera aferandina aloziyekî derûnî, civakî, kesayetî ya mezin.  

Nivîser di vê romanê de gelek çûkan bi kevrekê dikuje, weke ku ji devê Miriyemayê dîsan bi vegotineke rexneyî vedibêje,” [...] êdî min ne dişiya li gel Meyrê li ber derazîngê birûnim”(L.72). Li vir nivîser rexneyeke nerestewxo li rewiştê kebaniyên Kurd yên bermalî digire ku demê êvaran û spîdeyan li ber dergehên hewşan di kolanan de li hev dicivin û behsa navmalên xwe û xelkê dikin.

Erê trajîdiya kê temet ya me ye[...] belê kî wek me zû ji bîr dikit jî?”(L.79).  Dîsan rexneyeke kartêker nîşan dide, ku Kurd çiqas ketine ber aşên hêran û derdeseriyê jî, belê dîsan derdan û arîşeyên xwe zû ji bîr dikin, û ji xwe ra na kine ders û êbret û sudê ji dîroka xwe nawergirin.  

Herweha rexne li ser dînî jî heye ku ji aliyekê ve mafê mêran heye çar jinan bînin û ji aliyê din ve jin dihên îhmalkirin û bênirixkirin ji aliyê mêran ve(mêze bike L.23). Di heman demê de ew civak bi behaneya dînî mafê evînê û azadiyê li jinê heram dikin. Bi kirêttirîn şêwe jinê diçewisînin û kesê ageh ji êş û azarên wan jinan nîne.   

Peyam a nivîserî.

Ji berî her tiştî divê em bizanin ku nivîser çi dixwaze û divê çi agahdariyan û hoşdariyan bide komelgehê xwe,”Civak[...] min gemaro didit, barê kabirayan sivik dikit û barê Miriyemayan giran dikit”(L.49). Rexnê li civakê digire, ku çawa civakek pidersalarî zale li ser regezê mê. Dîsan dibêje,”Xelk kiriyarên kabirayî li mizgeftê tinê dibînit”(L.48). Li vira dide nîşan dan ka çawa hinek kesên durû, lawaz û nefs laxer dibin perdeya dînî de karên lewitî û dûr ji sincên mirovan dikin û biser ve xwe weke kesên dîndar û bawermend didin nîşandan û civaka sade û kurtbîn jî li karên wî yên bêxêr temaşe nake belê tenê li çûna wî ya mizgeftê dinihêrin û bi wê çendê başî û nebaşiya kesekê hildisengînin. ”Mencolê bi lezgînî mesînek ava germ û derşokek berhev kirin[...] kabirayî[...]her bêhnekê navê xwedê û pêxemberî dihîna û digot min: şehde bide”(L.44). Li vir rexneyeke civakî pir xurt dide nîşandan, ku çawa civaka me weke hespê paytonan yên bi çavpoş tenê pêşiya xwe dibîne û nizane çi li doran heye yan jî nîne. Nivîser dixwaze peyamekê bide, ku çawa jinê mafê xwe yê zayendî, civakî, çînayetî û wekhevî nîne û helbet hokar pir in û ger em pêda biçin bi sedan rûpelan kuta nabe. Payama nivîserî xûyaye ku dixwaze bêje jin jî weke mêr e û bi vê çendê bila em jî ji qapika kezwanê ya teng derkevin û bibin komelgehekî hevçerix weke civakên cîhanê yên pêşverû. Di nivîsê de li gelek cihan dihête dîtin ku çawa regezê mê di nav civaka me de bê biha û bê qîmet e, demê dibêje,”Mencolê[...]birakê min Kovan bi yekem qêriyê ragehand[...]dê ji min bextewertir bit, tenê çûnkî ew nêr e”(24).

Herweha di civakên paşketî de perdeya kiçînîyê giring e, û dikin behane û gova ji bû pakiya jinê. Helbet ev dîtinekî gelek çewt û bê wateye, ji ber ku hinek kiç demê ji dayik dibin bê perde ne, yan jî hinek di zarokatiyê de bi leystokekê yan alavekê û bi şêweyekî dî dihên şikandin û dimînin bê perde. Vêca perde yan ne perde hîç ramanek nîne ji bû dehmenpakî yan ne dehmenpakiya jinê. Welê di civaka me de vê yekê dike mercek ji bû exlaq û pakijî ya jinê. Ji ber vê çendê jî gelek rûdanên diltezîn û sar diqewimin. Yan jî hinek dot bisteh nakin ku bizewicin. Miriyema dibêje,”Perdeya kiçê bûye pîvan bû mêbûnê, bûye merc bû dehmenpakîyê”( L.50). Anku Miriyema vê rewiştê çewt dibîne û helbet jê ne razî ye.      

Herweha rexneyeke civakî kûr li bûçûn, fehm, astê zanistî û têgehiştinê yê civakê jî di romanê baş xûya dike, demê Miriyema dibêje,” [...] di hemû kevalên min de derz û perde hene, belê hêj kesê pirsiyar ne kiriye ka ew derz û perde çi wateyê radigehînin [...]berê xwe didin formê di kevalî de, neku astê ruhî”(L.50). Li vir dihête hîn bûn ku çawa civak bi şêweye giştî ji layê hizirî ve sivike, di naxê Miriyemayê nagehe, di ramanên kevalên wê nagehin, di wan derzên kujek(şikandina kiçîniya wê) yên ji destê kabirayî û jinbabê standine wên di naxê wê de hatine kolan û kesek ji derûberan nikane di hestên wê yên derûnî bigehe û pişkidraiyê yan bi kêmatî di hestên wê yên birîndar bigehe û ji layê ruhî ve hinek alîkariyê vêra bikin.

Ji aliyekî din ve dîsan dihête dîtin ku çawa însan dibe qurbanê hezên xwe(psykoanalysê), anku hez û xerîze hefsarî ji destê aqilî derdixin û cesedî weke hespekî fehl bi xwe ra dibezînin,”Zemînê min yê berdelanî û têhnî li benda barana hezên bênefs dişehitî, lew bêhemdî xwe, min dixwast dem bû demê ew av bidit”(L.57). Li vir ji layê derûnî ve gelek girêkek aloze, Miriyema hêdî ji aliyê fysilogî ve digehe, hezên wê yên cinsî xurt dibin, lê dimîne di navbera hez û neheziyên xwe de. Dimîne dinavbera du rêyan de giyanê wê parve dibe(Schizo), ji aliyekê ve kabirayî û civaka nêr tawanbar dike û ji aliyê din ve xwe tawanbar û gunehbar dibîne, ku çawa li hezên wê dihat demê xwe dibin mêrekê ve didît û ne dikanî xerîzeyên xwe kontrol bike.  Li vir dide xûyakirin ku çawa însan ji bû dabînkirina hezên xwe û têrkirina nefsê lawaz dibe, anku sexletekî laxere di rewiştê însên de. 

Nivîser zenga hişiyariyê lê dide û helbet dixwaze kênca xwe li hawirdorên civakî bike û biceniqîne,” [...]belê tinê zelamên vî bajêrî wek xwe man[...]çi cudahî dinavbera xwe û caneweran de nahêlin”(83). Li vir nivîser me têxe nava pirsgirêka nepêşketin û neguherînê ku bi rastî jî ev girêkeke civakî ye. Guherîn di nav civakê de peyda nabe û bi şêweyeke erênî pêş nakeve belku berûvajî bi neyênî paşde diçe û ji civakên dewletên derdorê hîn dibe sexletên bed. 

Herweha nivîser bi rêya deqê romana xwe dixwaze peyamê bide û gazindan dike ku me rexnegir nînin weke ku bi rastî me nînin, ”Ji xwe heger me rexnegir heban[...]”(L.98). Li vir dîsan dide diyar kirin ku me çavên tîj û rexnegir nînin û helbet derencam dibe peydabûna huner û literaturekî lawaz î laxer. 

Xaleke din jî ku gelek watedar û hêjayî gotinê ew e, demê Miriyema ji devê Kirmancê kamîrê dipeyve û dibêje,” [...] Swêd welatek ciwan û peqij e. Rastî ez muhtacî welatek wek Swêdê me [...] belê Swêd ne muhtacî min e…Welatek dî heye dibêjinê `Kurdistan` ji Swêdê pitir muhtacî min e”(L.141). Ev jî li vir xalekî giring e ku berêz Sebrî dûrbîneya xwe dixe ser derve û hundirê welêt. Bi vê gotinê dixwaze berê gencên Kurd ji welatên biyaniyan vegêre yan hewil dide ku gencên Kurd qesta welatên derve nekin û hêzên xwe yên fîzîkî û hizirî di berjewendiya welatê xwe Kurdistanê de bi kar bibin.

Dîtinekî rexneyî li ser romanê.  

Helbet cureyên romanê pir in û nivîsîna romanê jî binemayên xwe hene. Welê li vir em naxwazin li ser binema yan têveliya cureyên romanê biaxivin yan bisekinin, ji ber ku vî babetî pêwîstî bi gotarekî taybet û xweser heye. Di der bareyê vê romana berêz Sebrî de dixwazim hinek xalên gengêşbar bidim diyarkirin. Ji zêdebarî layenên romanê yên kêncbar û watedar dîsan layenên wê yên neguncayî yên neyênî jî hene, ji ber ku di her pergalekê de neşazî heye, heta di aferandina xwezayî ya sirûştî jî de neşazî û kêmatî hene. Di gerdûnî de çi tişt bê kêmatî nîne, anku ji bû her dahênanekê şewwaz heye.

Li gor dîtina min berêz Sebrî ev romana pêkhatî ji 146 laperan ya xistiye di qapikek berteng de, bi şêweyeke ne-aktîv belê berûvajî bi şêweyeke pasîv daye nivîsîn. Bûçî pasîv?. Di romanê de tenê dotek dipeyve, ew jî Miriyema ye, li aliyê din Narîn tenha hinek caran lê vedigêre yan pir bi kurtî bersivê dide û vêra nakeve gengeşê. Bê guman ev jî  sistiyekê yan xaviyekê di deqî de diaferîne û lawaz dike. Diviyaba Narîn pitir vêra ketiba gengeşê, qayîşvekêşanê û pişikdarî di babetî de kiriba. Li aliyekî din herdîsan karakter pir kêmin ji bû romanekî bi 146 laper, diviya karakter pitir li dor Mariyemayê kom biban, vêra ketiban gotûbêjan, û da babet pitir berfireh û germ be.

Herweha Miriyema tenê û bi dirêjî li ser demê xwe yê raborî dipeyve û tiştekê di demê Nuke(Present)de nake yan nabêje, lewra têkst pasîv e, tenê rûniştiye, û bi gilî û gazind bi Narînê ra diaxive. Helbet ev jî ji bû romanê lawazî ye. Diviyaba berêz Sebrî karakter bi şêweyeke aktîv daban livandin, û di nav civakê de gerihandiban û pitir tevnê romanê fireh kiriba. Ji bû romanekî bi vê qebarê, diviyaba bi kêmatî û helbet li gor dîtina min zêdetir ji 30 kesan ketiban di bûyer û vetîreyên romanê de û da roman bi vê çendê qayîmtir û xurttir be. Ev nivîs weke şûşeyekî dergirtî ye, tenê Miryema bi Narînê ra diaxive û li ser serborên xwe yên demê çûyî dipeyve anku têkst ne aktîve belê mixabin bê bizave. Raste weke behs kir, aliyên xwe yê derûnî, civakî, kesayetî, xêzanî, olî, û çînayetî pir dide xûyakirin welê dîsan ev ne bese. Diviyaba ketiba di şerenîxê de, di bizav û livînê de û di kolanan de gerihaba û ne tenê li pişt çar dîwaran behsê arîşyeên xwe yên klasîk yên kevin kiriba û bi gazind axiftiba. Ger weha ba, weke ku me gotî da ev roman gelek xurt û serkeftîtir be. Ji ber ku da dîmenên gelek ciwantir kevin di têkstê de û da Miriyema bi civakê ra keve dan û standinê û da weke wêneyekê di çavên xwendevanan de keve livînê. Di vê romanê de karakter hemî di demê bûrî de dihêne vegotin, herweha jimara wan karakteran jî pir kême, jimara wan nagehe bîstan belku digehe dorên 16-17 kesan ew jî qet nahêne dîtin belê tenê navên wan dihên bihîstin.

Ji aliyekî din ve di her dergehekî romanê yê pêşiyê de hinek kes dihêne pêş û di dergehê paşiyê ra der dikevin û winda dibin û êdî navên wan nahên bihîstin. Ev jî naxê romanê lawaz dike, bû mînak li derekê behsê Hejarê pêşmerge dike û li dereke dî êdî navî wî nahête bihîstin yan vegotin û behsê Îslamê komunîst dike û ew dikeve rojevê. Li dawiyê behsê Kurmancî dike ku ew jî Împotênt e. Diviya ba ev karakterên han mîna tevnekê bi hev ra hatiban girêdan û pitir babet weke hiriya di dest pîran de hatiba veçirandin. 

Li aliyekî dî dîsan li ser astê Mriyemayê yê zanistî hinek guman hene, ku gelo çawa kiçek di komelgehekî bi piranî ne xwendewar û paşketî de bikane li ser babetên fîlosofî yan jî derûnî biaxive yan fehm bike. Çûnkî bi rastî jî ji bû dotekî ku temenê xwendina wê ji 6-7 salan derbaz nebûye pir dê zehmet be ku bizane Odîp yan Odîpus çiye, ji ber ku ev babetê han gelek derûniye û ger ne bi alîkariya mamostayan û debîran be xwendevanê nûgehayî û xort zû bi zû nikane tê bigehe. Anku ev babetê han(Odîpus) pêwîstî bi şirovekirinek akademî heye. Da pir baştir be ger astê Miriyemayê yê xwendinê bilindtir ba, anku gehiştiba qunaxa dawiyê ji xwendinê yan jî bi kêmatî salekê li zanîngehê xwendiba. Gelo niha jî li hemî Kurdistanê xwendevaneke li astê dibistana navedî dizane Odîp çiye û çi ramanê dide?. Belê em dikanin xwe razî bikin û bêjin manê piştî hîngê xwe pêşde biriye, pertûk xwendine û astê xwe yê rewşenbîrî bilind kiriye, welê herdîsan av ne bese ji bû yeke tenê 6-7 salan çûbe xwendigehê û bikane di babtên fîlosofî û derûnnasî bigehe. Berêz Sebrî Miriyemayê weke dotekî jîr û têgehiştî dide xûyakirin, demê ji devê wê dibêje,”Demê çavên min dixurin, Odîp dihête bîra min”(L.66).  Ev Odîp bixwe komplêksek pir aloze,  ku di demê xwe de Freudî kiriye navekî zanistî î derûnnasî ji bû periodekî taybet ji temenê zarokan, ew jî ji 3-5 asliyê ye. Odîpus bi xwe kesek bû, xortekî nûgehayî bû, kurê şahên Gerîkiyan Laius û Jakosta yên Thêbês bû. Odîpus babê xwe dikuje û bi dayika xwe ra dizewice. Vêca ji ber hindê Freudî ew nav li komplêksa derûnî ya Ficxation û Lîbîdo ya pêşketina Ego-Ez ya kesayetiya Ez´ê zarokan kir û ev prosês bi awayeke ne-hoşdar diqewime û helbet zarok çi kurr yan jî kiç be bi xwe na hese ku çi dike. Li gor rêbazên psykoanalysê kesên ku toşî homosexuality,  heterosexualitiy, neurosîs û pêdofîlia dibin ji vê komplêksê rizgar nebûne û hêşta xerîzeyên wan nehatine dabîn kirin û gelek bi regezê nêr/mê ve dihêne girêdan.             

Li aliyekî din dîsan nakokî heye, ew jî demê Miriyema behsê kevalên xwe dike, li derekê demê diçe cem Hejarê pêşmerge,”Sêvek sor bi darekî sahî ve, wek diyarî bû odeya wî[...]” (L.93). Kevalê  sêvek sor bi darekî sahî ve jêra dike diyarî û dibe mala wî li Şaxkê(taxek Duhokê ye). Piştî hîngê li derekê (vegere L.117)dîsan behsê wî kevalî dike demê dibêje,”Min kevalên xwe hemî rêz kirin[...]yê sîva sor bi dara sahî ve”(L.117). Gelo ma dibe mirov diyariyê dîsan vegerîne û li dereke dî rêz bike yan daleqîne?. Herweha têkst jî behs nake ka hinek kopî yên din yên wî kevalî hebûn yan na?. 

Weke din peyva ”xwezî” jî di deqî de hatiye vegotin. Xwezî weke raman di deqên edebî de nîşana lawazî û çi jî nehatinêye. Ger ev peyv nehatiba vegotin bi dîtina min da baştir be. Demê Miriyema bi Narînê ra diaxive û dibêje,”Xwezî ji xêra xwedê û mîrê miradan re, Hîrodot bi meded hatiba û bela van pirsiyarên rikoyî ji min vekiriba”(L.78). Ger ev hevoka han ne hatiba gotin da ji bû deqî baştir be, ji ber ku dîsan xwezî daxwaza mirovên lawaz e û ger Miriyema weha lawaz be helbet romanê jî laxer dike. Hindî karakter berxwedêr be yan aktîv be têkst jî xurttir dibe. Li vir dîsan em dihên ser babetê astê zanistî û dîrokî, ka gelo Miriyema weke dotekî Ne gelek xwendevan çawa dizane ku Hîrodot kesekî dîroknivîs, zana û dîrokî bûye?. Weke em dizanin heta niha jî bû mînak gelek rewşenbîrên me nikanin navê Ksênofon yê Grîkî durist bêjin, hinek dibêjin:Zeyzefon, hinek dibêjin Zeynefon û htd. Yan jî hinek nivîserên me nikanin Tirkan û Romê ji hev cuda bikin ku di bingeha xwe de çi peywendiya van herdu miletan bi hev ra nîne. Hinek ji me Tirkan jî ku bixwe miletekî Asiyayî, koçer, barbar ji deştên Gobî ji Mongoliya hatiye bi navê Romê didin naskirin û li vir divê Tirk gelek xweşhal bibin ku hinek ji me wana weke miletekî xudan jiyar, kultur, zanist û dîrokeke kevnar weke Romê didin nîşandan.  Me bivêt û nevêt astê civaka me(bi şêweyeke giştî) yê rewşenbîrî û zanistî lawaz e û heta li salên dawiyê yên xwendina amadeyî jî ev pirsên weke Hîrodot, Odîp, derûnî û fîlosofî ji bû xwendkaran nahêne gotin yan şirovekirin, vêca çawa Miriyema ku 6-7 salan çûye dibistanê têbigehe?.   

 Weke din hokarekî dî yê nalebar û ne-alîkar ji bû pêşdabirina astê rewşebîriya Miriyemayê heye; ew jî kaûdanên wê yên aborîne. Deqê romanê dide xûyakirin ku çi qas feqîre û nikane heta pilekî darçînê jî ji xwe ra bikire, vêca dê çawa astê xwe yê zanînê û rewşebîrîyê pêşde bibe? Ku dibêje,”[...]Heta nuke jî demê çavê min bi pariyê nanî dikeve, hest bi birs û tirseke ecêb dikim...B=birs û T=têrbûn”(L.70).

Li laperê 86´ê dibêje,”Hejarê pêşmerge, Îslamê Komunîst û Hawarê Îslamî”. Lê di laperê 101´ê de navê Hawarê Îslamî dike Hawarê pêşmerge, ku dibêje,”Hawarê pêşmerge ew jî nebit mamikek”(L.101). Anku li vir paşnavê Hawarî hatiye guhertin, ev jî dibe sistiyek ji bû romanê.

Di der bareyê dravê welatê Îraqê de jî bi dîtina min çewtiyek heye demê Miriyema dibêje,”heta riyalek dida min[...]”. Li vir ev jî sistiyeke, ger gotiba dînar yan jî filis da pir baştir be, çûnkî em hemî dizanin dravê Îraqê dînare ne riyale û bûyer û vetîre yên romanê li Duhokê li Kurdistana Îraqê diqewimin û dravê fermî li wir dînar û filis in.    

Di axaftinên karakteran de li hin deran xêç(-) hatiye danan û li hin deran jî ne hatiye danan. Li hin deran dîsan bijang( ) hatiye danan û li hin deran jî qet ne hatiye danan. Bi rastî nizanim, dibe di çapa tîpên Farisî de çewtiya çapê be yan jî dibe ya nivîserî bixwe be. Welê herdîsan diviyaba pêdaçûnek û nihêrînekî hûr li ser hatiba kirin.  

Li dawiya van hevokan daxwaza serkeftinê ji bû romannivîsê Kurdperwer berêz Sebrî dikim, bi umêdên berhemên xurttir, hêjatir, razayîtir pêşkeşî edebê Kurdî bike, û xameyê xwe tîj bike ji bû vejandin, zîndekirin, zengînkirin û xurtkirina peyva Kurdî û her bijîn.   

 

Kovan Sindî

Aarhus Danmark

17.09/09

Sabri Silevani
Iraq- Kurdistan - Duhok
009647504177409
Facebook: Sabri Silevani