Le Monde diplomatique

14/12/2012 13:54

Dîroka serhildana mê û mêyîneyan di nav kurdan bi reh e, rehek jê digihîje Zelîxe Xanimê, yek jê digihîje Leyla Qasim, yek jê digihîe Eyşe Şana ku dengê wê têra xwe serhildêr e, rehek din jê digihîjje Meyremxanê ku dizane ji refê xwe biqete û bikeve pey guran. Lehenga romana Sebrî Silêvanî Meryema jî ji heman rehê û eşîrê ye. Lê jinxasîya Meryema ne ji serhildêrîya çekdar ya li hember dijmin tê, ji serhildêrîyeke mêyane ya li hember civaka kurd, dewleta kurd bi xwe ye. "Me ji bo pir tiştan şehîd dan, ez jî amade me bibim şehîd, şehîda rastîyê." Di civaka yewnanî de ji rastgoyan re dibêjin parrhesia. Ji ber parrhesiya dike ku mirov cêlî bibe, têkeve girtîgehan an jî dike ku serê mirov bifire, lê yê ku bi êşa parrhesiyayê ketibin zû bi zû dev jê bernadin. Ew "Sêva bi Dara Rût ve" ye; jinxasên ku jê xwaribin tim kurmên wê tê wan.

Meryema di civaka mêr û kurd de rastî gelek neheqîyan tê. Di zarokîya xwe de dê dimire û li ber destê dêmarîyê (Mencol) dimîne, piştî mirina bavê xwe, bi nav lepên Mehemedê Meyrê dikeve da ku Zarê Mezin (cin) ji nav wê derxîne. Lê ji dêlva ku Zarê Mezin ji nava wê derxîne, bi tecawizê semyanekî di malzaroka wê de dihêle ku ew ê heta hetayê mirî bimîne. Wê ew di nav romanê de heta hetayê sax bimîne . Navê tabloyeke Meryemayê "Semyan" e.

"Ez bûnewereke mê me, barê min giran e, çunkî hemû bi carekê ber bi nêrbûnê ve diçin…" Meryema derzên ruhê xwe bi tabloyan dide der. Ew bi xwe wênesazek e. Îstegeha jîyana wê ya duyemîn Hejarê Pêşmerge ye. Meryema bi tabloya xwe ya bi navê "Şûnwar" tevlî pêşangaheke hunerî dibe û li wê derê rastî Hejarê Pêşmerge tê. Di encama têkilîyê de ev dîyaloga Hejarê Pêşmerge ya watedar derdikeve: "Pere ji bo xerckirinê ye, neyar ji bo kuştinê ye û jin jî tenê ji bo ganê ye."
Di îstegeha evînê ya duyemîn de Îslamê komunîst derdikeve pêşberî Meryemayê. Îslamê komunîst di pêşangehê de pêrgî Meryemayê tê û qonaxeke evînê ya nû dest pê dike. Îslamê komunîst ê ku xwe li ser rastîyê kiriye, rastîya wî di axaftineke telefonê ya bi Meryemayê re xwe weha der dibe: "Tu hez dikî ez ji pêşîyê ve bêm te, da ji keçînîyê bikevî û li dawîyê bi ser min de bimînî."

Tîrmeha sêyemîn -ku bûyerên bi serê Meryemayê de tên, giş di meha tîrmehê de dest pê dikin- Hawarê Îslamî tevlî tevna romanê û qedera Meryemayê dibe. Di talîyê de Hawarê Îslamî yê ku dixwaze Meryemayê vegerîne ser dînê Îslamê dev ji dînê xwe berdide û ji dêlva navê Xwedê û pêxemberan zikir bike, li nexweşxanêyê navê Meryemayê bi lêv dike.

Parrhesia nahêle mirov li tu derê bisitire. Ew der Kurdistan bi xwe be jî. Talîya talî Meryema biryarê dide ku derkeve Ewropayê. Lê ji bo wêneyên pasaportê bikşîne diçe studyoyê û li wir rastî serpêhatîya xwe ya dawîn tê. Belê rastî Kirmanc tê. Kirmanc ji welatê Swêdê vegeriyaye û hatiye li welatê xwe bi cî bûye. Piştî evîndarîyê mukirhatina Kirmanc dawîyê li romanê tînê: "Got, ez nikarim te mehr bikim, ji ber ku ez bi kêrî te nayêm. Ez birîndar im, di şerê birakujîyê de fîşekek li nav lingên min ket û damara mêranîyê qetand!"

Her ku em çîrokekê ji romanê dixwînin, em dibînin ku pêşmergeyên me mafyatîk, komunîstên me feodal, dîndarên me terkîsela û wênekêşê me jî ji mêranîyê ketiye. Meryema bi hebûna xwe, rika ser takekesîya xwe û tabloya xwe, rûmetên civaka xwarovîçkî bi çavên xwe yên tabloyî radixîne ber çavên me.

Ji dengê Meryemxanê heya rengên tabloyên Meryemayê, derzên civakê dibin qelîştek da ku li zelzeleyên xwe rast bên.

Nivîskar: Sebrî Silêvanî
Çeşn: Roman
Weşanxane: Lîs
Buha: 10 TL
ISBN: 978-88130-9-0

Sabri Silevani
Iraq- Kurdistan - Duhok
009647504177409
Facebook: Sabri Silevani