Omer Dilsoz

14/12/2012 13:58

‘Miryema’ navê romana Sebrî Silêvanî ye ku bi kurmanciya badînî hatiye nivîsandin, li îngilîzî hatiye wergerandin û niha jî bi navê ‘Meryema’ ji aliyê Weşanxaneyê Lîsê diyarî kurmanciya bakur hatiye kirin.

Romana ku bi forma “vebêjiyê” hatiye raçandin û bi zar devê Miryemayê serhatiyên xwe ji hevala xwe Narînê re vedilorîne, asteke nû ya bilind li vegotina kurmanciyê vedibire û em ‘Miryema’ya hunermenda tabloyan a wekî sîmirekê ji xweliya xwe ve xwe vedijîne, dibînin û bi ser devê wê, rexneya nivîskar a li feodalîteyê ku bi ser devê Miryemayê tê vegotin û trajediya jina kurd heta atomên xwe seh dikin.

Min saet 20.30ê romana ku ji 117 rûpelan pêk tê, wergirt destê xwe û min kir nekir nekarî berdim, gava gihîştim dawiya wê saet hêj 23.23 bû. Ez dikarim bêjim, heta niha ev yekem berhem e ku ez bêbêhnvedan bi nefesekê de dixwînim û gava min qedand, min xwest careke din lê vegerim û ez dikarim bêjim ez  jê “têr” nebûm.   

‘Miryema’ya ku xwedan hêmayên felsefîk û zimanekî bilind têr û tijî ye, rexneyek e li zihniyeta rojhilat a babiksalarî û lêgerîna xweavakirin û xweduristkirina “kesayeteke êxistî” ye.

‘Miryema’ya ku hêj di temenekî nestêle de dûçarî destavêtina mêrekî neçak tê, bavê wê di Şerê Kendavê de tê kuştin û Jinbava wê Mencol wê diavêje nav lepên Mihemedê Meyrê ku Sebrî Silêvanî ev nav di heman demê de wek “sembol” jî bi kar anîne û bi ser wan, “zihniyeta rojhilat” hatiye tîrbarankirin.

‘Miryema’ya ku di heman demê de “Kurdistanê” sembolîze dike, dilê xwe ber sê zilaman berdide ku yek jê “Pêşmerge”, yek jê “Komînist” û yê dîtir jî “Dîndarekî Fanatîk e” û bi van karekteran em pê dihesin ku Silêvanî di heman demê de, rexneya van her sê çemk û bîrdozan dike û dibêje, “Vana tenê kulên Miryemayê zêde kirine” û Miryema di wan de li kesayeta bavê kuştî ya rizî digere.

Di romanê de kurdiyeke bilind a felsefîk hatiye bikaranîn û di heman demê de wekî bersivekê ye, ji kesên dibêjin “kurdî têra derbirîna zanistê nake” re.

‘Miryema’ya ku şûr kişandiye “dogmayan” û wan bi zanîna xwe û berxwedana xwe ya “manê” pêpes dike, devê kîsê xwe ji Narînê re vedike û bi ser keval û tabloyên xwe, hem analîza nîgar û rengên wêneyên xwe dike hem jî analîza derûnîya xwe û di ber re jî serhatiyên xwe civaka xwe analîz dike.

Li vê derê ez dixwazim anektodekê vebirim: Gelo ev karektera wiha têgihîştî çawa çêbûye li Duhokê peyda bûye? Duhoka ku hê jî bi sîstema perwerdeya Sedam a sedsala bîstan lê serdest e, ma mimkûn e, jineke wisa xwedan bîr û hizrên bilind di dergûşa xwe de xwedan bike?

Sebrî Silêvanî, bi vê berhema xwe, vegotina kurdî bilind kiriye, ji jargona kevnetorî daweşandiye û aniye bi hêmayên zanistî xemilandiye.

 Gava min ev berhem xwend hêviya min a bo kurdî “geştir” bû û ev ajara ku hêdî hêdî li ser axa xwe rehên xwe berdida û gewdeyê xwe stûr dike, ez dixwazim dubare bikim, “dê bereyekî nû li wêje û edebiyata cîhanê veke.”

 Fikr û hizra kurdî ya bilind ku bi felsefeyeke li ser binemayê suriştê ya analîtîk ava dibe û bi rêbaza kuantumê jiyanê dinirxîne û jiyana xwezayî ya neolîtîk ji xwe re wek xîm dibîne, reng û dirûvê xwe di nivîskariya kurdî de dide pêş û “kurdê nû” ji nav kovilê xwe derdikeve.

Rêbaza Sebrî Silêvanî ya rexneya civakê, ku bi ser jarî û êxistina jinê dest bi şerê “hebûnê” dike û “dogmayên rojhilatî” dide ber tîrebaranê û li şûnê jî, wek jiyaneke alternatîf “xwebûnê”; xwebûna li ser binemayê xwezayê, datîne, rêbazeke ilmî û pêşketî ye.

Warê romana Silêvanî bajarê Duhokê ye, her çend kekê Sebrî hema piçekî devê dasa rexneyê gihandibe “deshilata vê derê” jî di hin hevokan de em dibînin ku Sebrî bi ser zavê Miryemayê, rexneyê li serve servetiya “têgehan” dike û qonaxên berî û piştî “şoreşa herêmê” bi hin hevokan di kesayeta “Lehengê Pêşmerge” de dide ber çavan.

Ji bo em kurdên Bakurî hinekî dîtir parçeyê dilê xwe ya Başûrî têbigihin, diviya em mêvandariyê di cîhana Miryemayê de bikin.

Miryema, li nik me jî pir in, bi têgihîştina “Miryema”yan em dikarin “dogma”yên xwe herifînin.   

Sabri Silevani
Iraq- Kurdistan - Duhok
009647504177409
Facebook: Sabri Silevani