Ji weşanên Ronahî: Romana Bîst Sal Û Êvarek

Ji weşanên Ronahî: Romana Bîst Sal Û Êvarek
Bîst sal û êvarek : Ji weşanên Ronahî Li Amedê

Romana Sebrî Silêvanî ya bi navê “Bîst sal û êvarek” ji Weşanên Ronahiyê derket. Edîtorê weşanxaneyê Mihemed Ronahî, romana Silêvanî weke “Romana zimanê şaristaniyê” nirxand.

Ji Weşanxaneya Ronahiyê ku navenda wê li Diyarbekirê ye romaneke din derçû.

Romana nivîskarê kurd Sebrî Silêvanî ya bi navê “Bîst sal û êvarek” ku berê li Herêma Kurdistanê hatibû weşandin, îcar ji aliyê Ronahiyê ve hate weşandin. Roman ji tîpên erebî hate latînîzekirin.

Edîtorê weşanxaneyê Mihemed Ronahî derbarê girîngiya vê pirtûkê ji AKnewsê re daxuyand, “Ev roman, romana zimanê şaristaniyê ye. Lewre hûn di vê romanê de di çemê kurdî ya rewan û herikbar de bêyî hemdê xwe diherikin û li binguhê lat û kendalên kurmanciya xwerû û resen dikevin.”

Ronahî destnîşan kir ku Sebrî Silêvanî, di vê romanê de bi awayekî felsefîk, ji êvareke havî de, pirsa robariya biêş a serdemeke Başûrê Kurdistanê dike û roman wiha nirxand:

“Di vê pirsyarkirinê de, di heman demê de, me digihîne wateya hebûn û şerê azadiya gelekî. Azadiya ku ji xweliya êş û janan xwe vedijîne, ji aliyê Silêvanî ve tê pirsyarkirin û şerê bi taboyan re mirov di êvara Silêvanî de dibîne.”

Ronahî axaftina xwe wiha domand, “Xwendekarên kurdî dê bi vê romanê, di çemê felsefeyê de avjeniyeke xweşik bikin. Taybetiya vê romanê ya herî pêşketî ew e ku xwendekarê xwe li hespê zimanê kurdî yê rewan siwar dike û berê wî dide deşta kurmanciya reş.”

Sabri Silevani
Iraq- Kurdistan - Duhok
009647504177409
Facebook: Sabri Silevani